Nûrî Malikî ji ber kuştina Elî Xamineyî gefa tolhildanê xwar

Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Iraqê Nûrî Malikî gefa tolhildanê ya ji ber kuştina Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî da û êrîş weke sûceke siyasî bi nav kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nûrî Malikî têkildarî kuştina Lîderê Olî yê Îranê Elî Xamineyî peyamek da û wiha got:

"Armanckirina Serokê mezin ji derveyî sûcekî siyasî, dijminahiyeke eşkere ya li ser Îslamê û sembolên wê ne.

Benda bersivek bin ku textê we wê bihejîne."

Nûrî Malikî destnîşan kir ku divê sûcdarên berpirsiyariya vê sûca siyasî û exlaqî werin darizandin, helwest û aciziya girseyî wisa zû bi zû aram nabe.

Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Iraqê Nûrî Malikî gefa tolhildanê da û tekez kir ku bersiveke wisa ew ê bidin dê textê zaliman biheje.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye