Konseya Ewlekariyê ya NY`ê banga lidarxistina civîneke awerte kir

Neteweyên Yekbûyî ji bo nîqaşkirina pêşketinên li Rojhilata Navîn piştî êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê, civîneke awarte ya Konseya Ewlekariyê li dar xistin. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)`ê diyar kir ku di êrîşên Îranê yên li ser baregehên wê yên li Kendavê de ti ziyan negihîştiye artêşê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh Konseya Ewlekariyê ya NY`yî civînek li darxist û rewşa Rojhilata Navîn piştî êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê nîqaş kirin.

 

Piştî ku Amerîka û Îsraîlê li hedefên stratejîk ên li nav axa Îranê da, Konseya Ewlehiyê li ser daxwaza Çîn û Rûsyayê civiya.

 

Nûnertiya Îsraîlê ya li NY`ê diyar kir ku civîn bi înîsiyatîfa Fransa û Behrêynê hate lidarxistin.

 

Di civînê de Sekreterê Giştî yê NY`ê Antonio Guterres "zêdebûna rageşiyê" li herêmê şermezar kir û banga rawestandina şer kir.

 

Îsraîl û Amerîka li NY`ê ji bo êrîşên xwe yên li ser Îranê axivîn

 

 

DYA û Îsraîlê di civînê de parastina rewatiya êrîşa xwe ya li ser Îranê kirin.

 

Di heman demê de Îranê kuştina sivîlan di êrîşan de wekî "sûcekî şer" şermezar kir.

 

Balyozê Amerîkayê Mike Waltz got: "Civaka navneteweyî bi her tim prensîbeke hêsan û girîng piştrast kiriye ku Îran nikare xwediyê çekên navokî be.

 

Ev ne mijareke siyasî ye, ev mijara ewlehiya cîhanî ye. Ji ber vê yekê DYA`yê tedbîrên qanûnî digire."

 

Her wiha Mike Waltz bi dehan biryarên Konseya Ewlehiyê yên ku Tehran paşguh kiriye û ji nû ve sepandina sizayên NY li ser Îranê di Îlonê de piştî têkçûna danûstandinên li ser bernameya wê ya navokî, destnîşan kir.

 

Mike Waltz balkişand ser kumkûjiya Îranê ya li dijî sivîlan ku Cîhanê şahidiya wê kirîye.

 

Balyozê Amerîkî berdewamî got ku hebûna balyozê Îranê di civînê de henekek bi vê saziyê ye, li cihê ku Neteweyên Yekbûyî feqîrê exlaqî ye, Dewletên Yekbûyî wê diparêze.

 

 

Ji aliyekî din ve, Balyozê Îsraîlê Danny Danon "durûtiya" hin endamên Konseya Ewlekariyê şermezar kir ku tenê êrîşên Amerîka û Israîlê şermezarkirin û li ser êrîşên Îranê bêdeng man.

 

Danny Danon da zanîn ku ji ber ku rejîma Îranê ji wan re ti vebijarkek din nehişt, wan ev êrîş pêkanîn.

 

WALTZ: Gelê Îranê gazincan nake!

 

Di civîna awerte de, di navbera nûneran de nîqaş derket.

 

Di civînê de nûnerên Washington û Tehranê bi tundî hevdû tohmetbar kirin.

 

Nûnerê Daimî yê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî Emîr Seîd Îrewanî li hemberî tohmetên Amerîkayê bersiveke kurt û tund da û got:

 

"Tenê gotineke min heye: Ez ji nûnerê Amerîkayê re pêşniyar dikim ku bi edeb (bi rêz) be.

 

Ev hem ji bo te û hem jî ji bo welatê ku tu nûnertiya wî dikî dê baştir be. Spas.

 

Ez qîmet nadim gotinên wan"

 

Mike Waltz bersiva hişyariya "rêzgirtinê" da û binpêkariyên mafên mirovan ên li Îranê bi bîr xistin:

 

"Niyeta min tune ku ez bersiva kesekî bidim ku nûnertiya rejîmekê dike ku bi deh hezaran welatiyên xwe tenê ji ber ku wan azadî xwestiye kuştine û avêtine girtîgehan.

 

Birêz Serok, hûn dizanin îşev li cîhanê kî gazinan nake? Gelê Îranê. Ji ber ku ew li kolanan şahiyan dikin. Belkî, tenê belkî, ew dê di dawiyê de azad bibin."

 

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji Konseya Ewlekariyê re got ku operasyonên leşkerî xetereya derketina zincîreyek bûyerên ku nayên kontrolkirin  li herêma herî ne aram a cîhanê ye derdixe.

 

Çîn û Rûsyayê êriş wekî "binpêkirina serweriyê" pênase kirin û şermezar kirin.

 

Civîn bêyî ku biryareke hevpar bê dayîn bi dawî bû.

 

Hate xuyakirin ku Konseya Ewlekariyê careke din parçe bûye.

 

CENTCOM`ê li ser êrişên Îranê yên li ser baregehên Amerîkayê daxuyanî da

 

Îranê bersiv da êrişên Amerîka û Îsraîlê yên ku îro sibê dest pê kirin û bi sedan mûşek û dron avêtin baregehên Amerîkî li welatên Kendavê yên wekî Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter û Behreynê.

 

CENTCOM'ê da zanîn zirara li ser baregehên Amerîkî bi sînor e û bandor li operasyonan nebûye.

 

Artêşa Amerîkayê diyar kir ku DYA`ê baregehên fermandarî û kontrolê yên Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê û cihên avêtina mûşek û dronên Îranê hedef girtine.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye