Li gorî Ajansa France-Presse Wezareta Parestinê ya Rûsiyayê da xuyakirin ku hewldana Ukrayînayê ya ji bo êrîşeke berfireh li ser Moskovayê bi ser neket.
Di heman demê de, Wezaretê eşkere kir ew ê êrîşên xwe dijî tiştên ku ew wekî "armancên leşkerî li Kîevê" bi nav dikin, berdewam bike û dijwartir bike.
Her wiha Wezaretê Ukrayînayê bi armancgirtina cihên sivîlan tewanbar kir.
Bi sembolîk bi hilbijartinên parlemanî yên ku di sê rojên borî pêk hatin, Wezareta parastinê ya Rûsiyayê desnîşan kir ku Ukrayna bi van êrîşan hewil da îradeya demokratîk a welatiyên Rûsyayê tê bibe.
Gefa Rûsyayê piştî wê yekê hat ku Moskovaya paytext û derdora wê rastî êrîşeke berfireh ya Ukrayînayê hat.
Beriya niha jî, Ukraynayê ragihand ku wan tesîsên neft û lojîstîkê yên Rûsyayê kirine armanc.
Şaredarê Moskovayê jî ev êrîş wekî êrîşa herî mezin ya ji destpêka şer ve bi nav kir.
Li gorî daxuyaniyên rayedarîn Rûsî, pergalên Parestinê yên Rûsiyayê hezar û 600 dronên Ukraînî asteng kirine ku ji wan nêzîkî 450 ber bi Moskovaya paytext ve diçûn.
Li gel gurbûna aloziyan, Rayedarên Ukraynayê jî ragihandinbû ku di êrîşên Rûsyayê yên li ser herêma Kîevê de roja Yekşemê mirin çêbûne.
Ev yek jî nîşaneya berdewamiya êrîşan ji her du aliyan ve dide.