Bûyerek di navbera keştiyeke petrolê û hêzên leşkerî de qewimî

Rêxistina Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Îngilistanê îro ragihand ku li Tengava Hurmizê bûyerek di navbera keştiyekê û hêzên leşkerî de qewimiye. Di heman demê de, Berdevkê Komîsyona Karûbarên Navxweyî û Şêwirmendiyê ya Îranê Welîyulah Beyatî eşkere kir ku wan planek pejirandiye ku derbasbûna alavên Amerîkî û Îsraîlî di Tengava Hurmizê re qedexe dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Îngilistanê 11ê tebaxê, ragihand ku wan agahdariyek der barê qewimîna bûyerekê li Deryaya Umanê de di navbera keştiyeke petrolê û hêzên leşkerî de wergirtiye.

Rêxistinê hûrguliyên bûyerê, navê keştiyê yan hêzên leşkerî yên têkildar eşkere nekir.

Piştî bûyerê, Rêxistinê şîret li keştiyên li herêmê kir ku agahdariya herî dawî ya ewlehiya deryayî li ber çavan bigirin û ji pêşketinan re hişyar bimînin.

Rêxistinê her wiha ragihand ku rayedar ji bûyerê hatine agahdarkirin û lêpirsîna li ser wê berdewam dike.

Di heman rojê de, Rojnameya Wall Street Journalê, ragihand ku hêzên Amerîkî li deryaya Umanê mûşekek avêtin keştiyekê bi ala Panamayê, dema ku keştiyê hewl dida ku dorpêça li ser benderên Îranê derbas bike.

Di encama êrîşê de, agirek li keştiyê derket, lê der barê ziyanên canî de ti agahî nehatin bi par ve kirin.

Îranê derbasbûna alavên Amerîkî û Îsraîlî di Hurmizê re qedexe kir

Li aliyekî din, Berdevkê Komîsyona Karûbarên Navxweyî û Şûrayan a Îranê Welîyulah Beyatî, der barê Tengava Humizê û Kendavê de axivî.

Li gorî ajansa nûçeyan a ISNA ya Îranê, Weliyulah Beyatî diyar kir ku di civînekê de ku êvara roja duşemê 10ê tebaxê hat lidarxistin, wan hûrguliyên plana çalakiyeke stratejîk a ji bo misogerkirina ewlehiya domdar a Tengava Hurmizê û Kendavê bi amadebûna hejmarek ji berpirs û nûnerên hikûmetê, nirxandiye.

Beyatî daxuyand ku piştî pejirandina nexşeya giştî ya planê berê di civînekê de, endamên komîsyonê pênc bendên wê nirxandin û piştî nîqaş û dan û standina nerînan, her pênc bend hatin pejirandin.

Berdevkê Komîsyonê lê zêde kir ku yek ji xalên herî girîng ên ku hatine pejirandin, qedexekirina veguhastina sazgeh û alavan ên ku xwediyên wan Amerîka, Îsraîl û welatên dijberê Îranê ne, di Tengava Hurmizê re ye.

Welîyulah Beyatî eşkere kir ku ev qedexe ji ber ku welatên navborî bi rêya bikaranîna Tengava Hurmizê êrîş li dijî Îranê pêk anîne, hat pejirandin.

Di dawiyê de, Beyatî anî ziman ku ji ber ku tenê pênc bendên planê hatine nirxandin û pejirandin, nirxandina bendên din ên planê ji bo civînên bê hatiye bipaşxistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye