Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî ya bi navê Truth Socialê got, "Çîroka Rûsya û Binpêkirina qada asmanî ya Polonyayê ji aliyê dronan ve çi ye? Em ji nû ve dest pê dikin."
Serokê Amerîkayê hefteya borî hişyarî dabû ku ew amade ye cezayên giran li ser Rûsyayê bisepîne, tevî ku Trump ji serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin bê hêvî ye.
Rutte: Em ê her santîmetreyek axa NATO'yê biparêzin."
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte got ku NATOyê "gelek bi bandor" bersiv daye vê destwerdana "xeternak", "çi bi zanebûn be çi nebe" û di hişyariyekê de ji Moskovayê re got: "Em ê her santîmetreyek axa NATOyê biparêzin."
Konseya Atlantîka Bakur, ku dezgeha biryardana siyasî ya sereke ya hevpeymaniyê ye, di heman rojê de formata civîna xwe ya heftane li gorî madeya 4'emîn a peymana damezrandina rêxistinê, ku Varşovayê daxwaz kiribû ku were aktîfkirin, guherand.
Ev made destnîşan dike ku "Her gava ku yek ji wan difikire ku yekparçeya axa wê, serxwebûna wê ya siyasî, yan ewlehiya wê di bin gefê de ye, dê bi hev re şêwirê bikin."
Moskova di navbera înkar û manevrayê de ye
Wezareta Derve ya Rûsyayê îdia kir ku wan ti hedef li hundirê Polonyayê pêk neaniye û operasyonên wê bi tenê bi tesîsên parastinê yên Ûkraynayê ve sînordar bûne.
Moskovayê amadebûna xwe ya ji bo şêwirîna bi Varşovayê re li ser bûyerê ragihand.