ÛKRAYNA DU CIHÊN STRATEJÎK ÊN RÛSYAYÊ BOMBEBARAN KIRIN

Ûkraynayê ragihand ku balafirên wan ên bêmirov roja Înê kargeheke balafirên şer û tesîseke hilberîna mûşekan li Rûsyayê bombebaran kirin, di heman demê de Moskovayê ragihand ku hêzên wan 155 balafirên bêmirov ên Ûkraynayê xistin xwarê.

reset font size increase font size

Hêzên Ûkraynayê li ser Telegremê ragihandin ku wan tesîsa hewayî ya hilberîna balafirên MIG li bajarokê Lukhovîtsî û cihê hilberîna mûşekan li herêma Tula a Rûsyayê bombebaran kirin.

Her wiha Hêzên Berevaniya Rûsyayê bi bîrxistin ku hêzên wan jî 155 dronên Ûkraynayê anîn xwarê. 
 
Waliyê herêma Tula Dmitrî Milyayêv li ser Telegremê got ku di êrişa Ûkraynayê de kesek hatiye kuştin û kesekî din jî birîndar bûye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku roja Înê hêzên wan gundê Zelina Dolina li herêma Donetsk a rojhilatê Ûkraynayê kontrol kirine.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24