Şerê di naverba Hûsî û Erebistana Siûdiyê de bê navber berdewam dike.
Hêzên Hûsiyan êrîşên xwe yên bi dron û mûşekan ranawestînin.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî Turkî Malikî, ragihand ku wan mûşekên balîstîk ên Hûsiyan ên ber bi Erebistana Siûdî ve hatine avêtin, asteng kirin.
Turkî Malikî bi rêya hesabê xwe yê X`ê ev yek da zanîn:
"(6) mûşekên balîstîk ên ku ji hêla milîsên terorîst ên Hûsî ve hatine avêtin, ji holê hatin rakirin."
Her wiha Malikî destnîşan kir ku zêdebûna tansiyona bilind û binpêkirinên milîsên terorîst ên Hûsî wê bi tundî werin çareserkirin.
Berevaniya Sivîl a Erebistana Siûdî rêzehişyarî li ser gelek deverên Siûdiyê, di nav de bajarê Mekkeyê de jî dan.
Lê piştî çend deqeyan hişiyarî hatin rakirin.
Reuters li ser navê çavkaniyên hikûmeta Yemenê diyar kir ku hêzên wan duh êrîşên Hûsiyan yên li ser rêyeke ku ber bi bajarê bendera Adenê ve diçe têk birine.
Tê gotin ku rêya ku duh lê şer rû daye rêyeke stratîjîk e.
Koma Hûsiyan li Yemenê bûye demek li Yemenê bi pêş ve diçin û kontirola gelek cihên girîng kirine.