Di êrîşa Rûsyayê û Ûkraynayê de 3 kes hatin kuştin

Di şerê duh yên di navbera Rûsya û Ukraynayê de 3 kes hatin kuştin. Hêzên Rûsyayê ragihand ku wan 54 dronên Ûkraynayê xistine xwarê Ji aliyeke din ve Serokê Ûkraynayê Zelenskî ji NATO û dewletên Ewropa xwest ku pêwistiya wan bi 65 milyar dolar heye da ku amûrên şer bikirin. Daxwaz li heman aliyan kir ku mûçeyên leşkerên artêşa wî jî pêşwazî bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Ûkrayna û Rûsyayê ev sale bi hemû dijwariya xwe berdewam dike.

Hate ragihandin ku di êrîşên Rûsya û Ûkraynayê de herî kêm, 3 kes hatine kuştin.

Ragihandina Rûsyayê ragihand ku li Herêma Rostov a li başûr rojavayê Rûsyayê, di encama êrîşa balafirên bê mirov de, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Ukraynayê jî li gorî agahiyên rayedarên Rûs û Ûkraynayê, li bajarê Dnîpro di encama êrîşa Rûsyayê de kesekî jiyana xwe ji dest da.

Rûsya: Hêzên me 54 dronên Ûkraynayê xistin xwarê

 

Ji aliyekî din jî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan yên hewayî duh li hin deveran 54 dronên Ûkraynayê xistine xwarê û ji wan dronan:

``24 dron li Herêma Bryanskê, 12 li Rostovê, 6 dron li Qirimê, 4 li hewza Deryaya Azovê, 3 li hewza Deryaya Reş, 2 li Oryolê, 2 li Tulayê û yek li Kantona Belgorodê hatine xistin.``

Serokê Ûkraynayê Zelenskî got ku hêzên wan li derdora bajarê Pokrovsk di nava şerekî dijwar de ne û Rûsya bi aweyekî rojane idîa dike ku gundên nêzî wê kontrol dike . 

 

Zelenskî: Salane pêwîstiya Ûkrayna bi 65 milyar dolar heye

 

Li gel şerê rojane rû dide niha li Ûkraynayê pirsgirêka mûçeyên leşkeran û amûrên şer derketine holê.

Derbarê mijarê de Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî ev nirxandin û daxwaz kir:

`` Niha di budçeya me de 40 milyar dolar valatî çêbûye.

Niha ji bo hilberîna balafirên bê mirov pêwîstî bi 25 mîlyar dolarên din heye.

Bi giştî ji bo peydakirina hemû amûrên şer yên salan e, pêwîstiya Ûkraynayê bi 65 mîlyar dolar heye.``

Hate eşkere kirin ku Zelenskî ev mijar bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rute, rayedarên Amerîkayê, Serokê Fransayê Emanuel Macron û Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmerre re nîqaş kiriye.

 

Zelenskî em ji bo parastina ewlehîya hemû Ewropayê şer dikin

 

Li gel vê yekê jî Zelenskî hewl dide mûçeyên leşkerên Ûkraynayê ji welatên din werbigire û destnîşan dike ku ev leşker beşeke bingehîn a kapasîteya parastinê ya Ûkraynayê ne û ji bo parastina ewlehîya hemû Ewropayê şer dikin.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24