Duh Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partiyê ku ji Serokwekîla Meclîsê Perwîn Buldan, Parlementerê Mêrdînê Mîthat Sancar û Ozgur Erol ê ku yek jî parêzerê Buroya Hiqûqê ya sedsalê ye pêk dihat çûn girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re hevdîtinek pêk anîn.
Şandeya DEM Partiyê li ser hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyanî da.
Abdullah Ocelan: Pêwîste xebata komisyonê yê li meclîsê berfireh be
Di daxuyaniya nivîskî ya Şandeya Îmraliyê de hate ragihandin ku wan di 25'ê Tîrmeha 2025'an de li Girtîgeha Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke sê saet û nîvan pêk anî.
Şandeya Îmraliyê da zanîn ku wan têkildarî hevdîtinên ku çend roj berê bi birêz Serokkomar, birêz Wezîrê Dadê û serokên partiyên siyasî re kirin, danûstandin kir.
Di dewama daxuyaniya şandeya Îmraliyê de wiha hate gotin:
"Têkildarî merasîma îmhakirina çekan a di 11'ê Tîrmehê de hat lidarxistin, çavdêrî û bandorên merasîmê agahî hatin ragihandin.
Birêz Ocalan jî, diyar kir ku awayê merasîmê, vîna hatiye nîşandan, bîr, bawerî û biryardariya hatiye nîşandan pir hêja ye.
Birêz Ocelan Destnîşan kir ku, ew li bendê ye ku xebata komîsyonê yê li meclisê berfireh be û bi rêbazekî berfireh tevkariyeke girîng li aştî û demokrasiyê bike."
Silavên xwe ji gel û tevahiya derdorên civakî re şand."