Ji Pervîn Bûldan re peyamên pîrozbahiyê

reset font size increase font size

Dem Partiyê di 3’ê Hezîranê de, parlemantera xwe ya Wanê û di heman demê de Endama Şandeya Îmralî Pervîn Bûldan bo Serokwekîltiya Meclisê hilbijart. Rayedarên YNK’ê peyamên pîrozbahiyê jê re şandin.

Şanaz Ibrahîm: Hewldanên te ji bo me rûmet e

Endama Dîwana Serokatiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm li ser X’ê, pîrozbahî parve kir. Şanaz got ku hewldanên Pervîn ên ji bo pêkanîna edalet û aştiyê, ji bo wan rûmet e û di erka wê ya nû de serkeftin xwest.

Bafil Talebanî: Gavên dîrokî tên avêtin

Ji aliyê xwe ve Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di peyama pîrozbahiyê de got ew bendewar in ku Pervîn roleke avaker di pêvajoya aştiyê ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de bilîze.

Bafil, gavên Mam Celal Talebanî yên ji bo aştiyê bi bîr xist û bawer dike ku gavên dîrokî têne avêtin.

Qubat Talebanî: Baweriya me heye hun rolek girîng bilîzin

Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî jî peyamek da û got: “Em têkoşîna we ya bi biryar, bi nirx  dibînin. Di wê baweriyê de me ku ji bo garantîkirina mafên Kurdan, hunê roleke girîng bilîzin.”

Heval Ebûbekir: Em piştgiriya xwe ji te re pêşkêş dikin

Her wiha Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir erkê Pervîn Bûldan ê nû pîroz kir û hêvî kir ku ev erk bibe rêyek çareseriyê ji bo qonaxa nû ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Viyan Soran Kara / Ebîr Muhemed

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24