Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di derbarê erkdarkirina Endamê Fermandariya Giştî ya QSDˊê Sîpan Hemo de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Navendê diyar kir ku Endamê Fermandariya Giştî ya QSDˊê Sîpan Hemo bi fermî erka xwe wek Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyê li herêma Rojhilatê Sûriyê erk wergirt û got:
Ev gav pabendbûna hemû aliyên Sûriyê ji bo piştevaniya ewlehî û aramiya herêmê nîşan dide.
Erkdarkirina Sîpan Hemo, di çarçoveya bicîhanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê de ye.
Ev yek hewldanên hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê, şerê li dijî terorê û hêsankirina ji nû ve avakirin û pêşkeftina domdar nîşan dide.
Di heman demê de parastina berjewendiyên hemû Sûriyan û xurtkirina hevkariya neteweyî di asta serokatiya leşkerî ya bilind de ye.”
Sîpan Hemo kî ye?
Di sala 1973’an de li navçeya Efrînê Bilbilê ji dayîk bûye.
Demeke dirêj di nava siyaseta Kurd de cihê xwe girtiye.
Gelek caran ji ber xebatên xwe yên siyasî ji aliyê rêjîma Baasê yê rûxandî ve hatiye girtin.
Di sala 2011’an de bi destpêkirina aloziya li Sûriyê, bû yek ji damezrînerên Yekîneyên Parastina Gel YPG.
Dawiya sala 2015’an bû yek ji endamên Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD'ê.
Di nava 12 salên derbasbûyî de cihê xwe di rêveberiya şerê li dijî DAIŞ’ê de girt.
Sala 2025’an li gel erka xwe ya leşkerî, cihê xwe di nava xebatên dîplomasiya Rojava de girt û bû nûnerê Şandeya Ewlekariya herêmê.
Îro jî erkeke nû girt û bû Cîgrê Wezîrê Parastinê yê Sûriyê.