Qesra Spî: Keştiyên şer dikarin tankerên petrolê li Tengava Hurmuzê biparêzin

Qesra Spî got dibe ku keştîyên şer bi tankerên petrolê di Tengava Hurmuzê re derbas bibin û destnîşan kir ku artêşa Amerîkî ji bo hilweşandina binesaziya hilberîna mûşekan tevdigere.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Qesra Spî ragihand ku dema Donald Trump bêje armanc hatiye bi destxistin, Îran bêşert û merc teslîmbûye wê operasyon bi dawî bibin û got:

 "Em ber bi pêş ve diçin û armancê neguherînin."

Qesra Spî red kir ku Hêzên Deryayî yên Amerîkî tankerek petrolê di Tengava Hurmuzê re derbas kiriye.

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright roja Sêşemê postek ji platforma X’ê bir ku tê de digot Hêzên Deryayî yên Amerîkayê bi serkeftî tankerek petrolê di Tengava Hurmuzê re derbas kirine.

Li gorî Axios, Amerîkayê ji Îsraîlê xwestiye ku êrîşên xwe yên li ser binesaziya enerjiyê ya Îranê rawestîne.

Pentagonê li ser qurbaniyên Şerê Îran-Iraqê piştrast kir ku di 10 rojên şer de nêzîkî 140 leşkerên Amerîkî birîndar bûne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye