Leonid Pasechnik, serokê herêma Luganskê li rojhilatê Ukraynayê ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye erkdarkirin, bi rêya Telegramê got ku çar karkerên ku li bajarê Svatovê ji bo dabînkirina avê dixebitin, di êrîşê de hatin kuştin.
Piştre, serokê xizmetên tendirustiyê yên herêmê diyar kir ku yek ji karkerên ku di êrîşê de birîndar bûbû li nexweşxaneyê jiyana ji dest daye.
Lugansk yek ji çar herêmên Ukraynayê ye ku di sala 2022'an de ji aliyê Rûsyayê ve hatiye dagirkirin.