Li Îtalya nasnameya hemwelatîbûna rûmetê dan 3 girtiyên siyasî

Li bajarê Fabriano yê Îtalya di 23'ê Cotmehê de nasnameya hemwelatîbûna rûmetê dan her sê girtiyên siyasî Pexşan Ezîzî ,Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî ên ku cezaya darvekirinê li wan hatiye birîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Seroka Meclisa Bajarê Giovanni Balducci pesnê hersê jinên ku ji bo parastina mafê mirovan têdikoşin, da.

Giovanni Balducci bal kişand ser piştevaniya berdewamiya şaredariya Fabriano ya Îtalya ji bo têkoşîna jinên Kurd û Îranê ji bo azadiyê û edaletê.

Di heman demê de nasnemeya hemwelatîbûna rûmetê dan nûnerên sê girtiyên siyasî yên jin, Cecilia Guida, Daniela Ghergo, Marta Ricciott.

Ji aliyê dadgeh mezin a Îranê ve, di 8’ê Çileya 2025’an, 10’ê Mijdara 2024’an û 13’ê Sibata 2025’an de cezaya darvekirinê li hersê girtiyê siyasî hate erêkirin.

Tevî bangên berdewam ên saziyên civaka sivîl û mafên mirovan, tu guhertin an jî meyzekirineke nû di dosyeyên hersê jinên girtî de nayê kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye