Gera duyemîn di navbera Îsraîl û Libnanê de dê îro were lidarxistin

Îro li Waşintonê, gera duyemîn a dan û standinan di navbera Libnan û Îsraîlê de, bi navbenkariya Amerîkayê, tê lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat ragihandin ku Beyrût dixwaze agirbesta ku ji 17´ê Nîsanê ve di meriyetê de ye, ji bo mehekê dirêj bibe.

Di heman demê de Îsraîl bang li Libnanê kir ku hevkariyê bi wan re bikin da ku li dijî Hizbulahê bisekin in û got:

"Pirsgirêka me bi Libnanê re tune ye."

Libnan û Îsraîlê Di 14´ê Nîsanê de, li Waşintonê gera yekem a dan û standinan li dar xistin.

Du roj piştî van hevdîtinan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê agirbestek 10 rojî ragihand.

Hat diyarkirin ku di vî şerî de zêdetirî 2 hezar û 400 kes li Libnanê hatine kuştin û milyonek kes jî koçber bûne.

Yekem hevdîtina di navbera Îsraîl û Libnanê de di sala 1993´an de bû ew jî ji bo bi dawî kirina şer bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye