Amerîka : Me 16 keştiyên paqijkirina mayînan ên Îranî têk birin

Di gefa xwe ya dawî li dijî Îranê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku heke dewleta Îranê mayînan li Tengava Hurmuzê deyîne, Amerîka dê bi derbeyek pir tund bersivê bide. Her wiha Trump ragihand ku wan hejmarek ji keştiyên paqijkirina mayînan ên Îranî, armanc girtine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên çekdar ên Amerîkayê ragihandin ku wan li nêzîkî Tengava Hurmuzê 16 keştiyên paqijkirina mayînan ên Îranî têk birine.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî piştrast kir ku hêzên Amerîkî 10 keştiyên paqijkirina mayînan ên Îranî têk birine.

 

Donald Trump hişyarî da ku eger Tehran Tengava Hurmuzê armanc bike, ew ê bi encamên leşkerî yên dijwar re rû bi rû bimîne.

 

Daxuyaniyên Trump piştî ku Tehranê ragihand ku ew ê nehêle petrol ji tengavê derbas bibe, hatine dayîn.

 

Bihayên petrola xav ji ber rawestandina tevahî ya barkirinê di vê rêya avî de, bi berdewamî têne guhertin.

 

 

Trump: Me keştiyên paqijkirina mayînan ên Îranî armanckirin

 

 

Trump peyamek li ser tora civakî Truth Social weşand û wiha nivîsand:

 

"Ez kêfxweş im ku radigihînim ku di çend demjimêrên borî de

 

Me deh keştiyên paqijkirina mayînan an qeyikên neçalak armanc girtin.

 

Me ew keştî bi tevahî têk birin û yên din jî di rê de ne."

 

 

'Divê artêşa Îranê demildest mayînan ji tengavê rake'

 

 

Piştî ku çend dezgehên medyayî yên Amerîkî ragihandin ku Îranê dest bi danîna mayînan li Tengava Hurmuzê kiriye an jî li ber e ku dest pê bike.

 

Trump got ku wî tu rapor li ser çalakiyeke wisa nedîtiye û wiha lê zêde kir:

 

"Heke Tehran wiha kiribe, divê ew tavilê mayînên li ser avê rake.

 

Ger ji ber her sedemekê mayîn hatibin danîn û tavilê neyên rakirin, encamên leşkerî yên li dijî Îranê dê dijwar bin.

 

Lê heke ew tiştê ku muhtemele danîne rakin, ev ê gaveke mezin, di rêya rast de be"

 

 

Bandora Tengava Hurmuzê li ser herêmê çawa ye ?

 

 

Tengava Hurmuzê rêyeke teng di navbera Îran û Omanê de ye.

 

Her wiha nêzîkî pêncemîn petrola xav û gaza xwezayî ya cîhanê ji wir derbas dibe.

 

Serokê Amerîkayê beriya niha anî ziman, ku eger xetereya Îranê li ser Tengava Hurmuzê berdewam bike, dê Amerîka tengavê kontrol bike.

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye