Kakilê meseleya dawî ya navbera Çîn û Japonyayê de girava Taywanê ye.
Serokwezîr Sanae Takaichi çend roj berê li ser vê gotinên derveyî rêzê kiribû.
Takaichi gotibû, eger Çîn êrişî Taywanê bike wê Japonya biçe hawar giravê.
Gotinên derveyî adedî ya lîdera japon li Çînê bûbû sebeba hêrseke mezin.
Çîn bilez ketibû nava tevgerê û zextên dîplomatîk û aborîyê li dijî Tokyoyê xistibû merîyetê.
Çînê Japonyayê bi gotinên tund şermezar kiribû û hişyarîya ewlekarîyê dabû welatîyên diçin Japonyayê.
Japonyayê li hemberê vê, ji bo xwendekarên xwe yên li Çînê hişyarîya ewlehîyê ragihandibû.
Çîn gaveke din jî avêt û biryar da, nema berhemên deryayê ji Japonyayê bikire.
Daxuyanî û gavên her du alîyan dikare aramîya dorteng a li rojavayê Pasîfîkê xera bike.
Çîn hêza herî xurt a li vê herêmê ye û ligel daxwaza kontrolkirina Taywanê, dixwaze sînorên xwe tên deryayî berfireh bike.
Amerîka dixwaze bi rêya tifaqa bi welatên herêmê re pêşî li Çînê bigire.
Japonya, Koreya Başûr û Taywan sê welatên li herêmê ne ku bi Amerîkayê re tifaqê dikin.