Şamê serdana Netanyahu bo nava axa Sûriyeyê şermezar kir
Wezareta Karên Derve ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, bi daxuyaniyekê serdana neqanûnî ya serokatiya Îsraîlê bo başûrê welêt bi tundî şermezar kir.
Her wiha Wezaretê da zanîn ku ev gav wekî hewldanek nû ji bo ferzkirina rewşeke li dijî biryarên Konseya Ewlekariyê ye.
Tevî ku hikûmeta veguhêz li dijî kiryarên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê helwest digire, lê di derbarê dagirkeriya Tirkiyeyê li bakurê welat de, helwestek wiha nîşan nade.