QSD: 2 dironên çekdarên DAIŞ`ê hat xistin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan li gundewarên Reqayê 2 doronên DAIŞ`ê ku ji herêmên Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyeyê ve hatine şandin, xistine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD),  der barê xistina 2 dronên DAIŞ`ê de daxuyeniya nivîskî weşand û wiha da zanîn:

"Hêzên me, du dronên ku ji çeperên komên hikûmeta Şamê yên li ser eniya gundê Xanim El Elî li gundewarê rojhilatê Reqayê derketine, xistin xwarê. 

Ev herêm hefteyek e di bin êrîşên hêzên hikûmetê û komên girêdayî wê de ye.''

 

“Piştî desteserkirinê lêkolîn hat kirin”

 

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku bermayên du dronên DAIŞ`ê hatin desteserkirin û wiha hat bibîrxistin:

"Droneya yekem ji cureya Matrice M30 bû û ya duyemîn jî droneke êrişê ya FPV bû.

Piştî desteserkirina bermayên her du droneyan, tîmên me yên teknîkî karîn daneyan ji karta bîrdankê ya Matrice M30 derxînin û lêkolîn dikin."

 

“Hat keşif kirin ku çekdarên biyanî DAIŞ'î ne”

 

Hêzên Sûriyê gotin ku piştî lêkolînê bi zelalî eşkere bû ku ekîba wan droneyê dixebitîne keşfê dike û wiha dan xuyakirin:

"Di dema lêgerînê de çavdêrî û êrişên ku pêk anîn, çekdarên biyanî yên girêdayî rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê bû."

 

Hêzên Sûriya Demkratîk (QSD) di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hevkarên xwe yên di hevpeymaniya navneteweyî de kirin ku van rastiyên cidî bişopînin û lêpirsînekê vekin ji mijara çekdarên biyanî yên DAÎŞ’ê li xetên temasê dronan dixebitînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye