Li Besrayê agir bi navendekî petrolê ket

Li bajarê Basra yê Iraqê agir bi navendekî petrolê ya ku gazê hildibirîne ket, karkerekî jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî medyaya Iraqê, danê sibehê depoya gazê ya Zubair-1 ya li parêzgeha Basrayê teqiyaye.

Piştî teqînê, li qada petrolê agirekî mezin derket.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Parastina Sivîl a Basrayê ve hatiye belavkirin, agirkujiyên Şîrketa Petrolê ya Basrayê mudaxeleyî agir kirine û nehiştine ku agir ber bi malên derdorê ve biçe.

Têkildarî sedema teqînê hîn jî ti daxuyanî nehatine dayîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye