Îranê cezayê darvekirinê da Zehra û cezayê 5 girtiyên Kurd jî betal kir

Îran di cîhanê de di serê listeya darvekirine de ye. Li gorî gahiyan Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da Zehra Şehbaz . Li aliyê din ber zexta Çalakiyên li dijî darvekirinê, Rejîma Îranê neçar ma cezayê darvekirinê yê 5 girtiyên Kurd betal bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Îranê cezayê darvekirinê ne cezayeke qanûnî ye, heta  amûreke  siyasî, olî ye.

Deshilat vê amûrê ji bo çewisandina  mixalefetê, çalakvanên siyasî û welitiyê ji deshilatê nerazî bikar tîne.

Îran di navbera darizandinên bilez û tohmetên nebûna edaletê de di serê lîsteya welatên ku herî zêde darvekirinan li cîhanê pêk tînin de ye.

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da Zehra Şehbaz

Herî dawî Rejîma Îranê bi hinceta ku ‘Bi komên li dijî rejîmê re hevkarî kiriye' cezayê darvekirinê da girtiya siyasî Zehra Şehbaz.

Czayê darvekirinê ji aliyê serokê şaxa 1’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Reşdê dozger Ahmed Dervîşguftar lê hat kirin.

Pêvajoya darizandinê kêmî 10 deqeyan domiya û hat diyarkirin ku pêvajoya îtirazkirina vê biryarê 7 roj e.

Zehra Şehbaz Taberî ya 67 salî ya ji bajarê Reşdê ye, di 28’ê Nîsana 2025’an de ji aliyê hêzên îstîxbaratê ve hat binçavkirin û sewqî girtîgeha Lakanê kiribûn.

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê yê 5 girtiyên Kurd betal dike

Ji aliyeke din ve  ji ber zexta çalakiyan dîwana Bilind a Dadweriyê ya Îranê neçar ma cezayê darvekirinê yê 5 girtiyên siyasî yên ji Bokanê betal bike.

Li gorî malpera dengê binçavkiriyên Kurd û Îranê, cezayê 11 caran îdamê hat betal kirin û wê careke din li ser dosyeyên wan biryar bê dayîn.

Li gorî heman çavkaniyê Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê havîna îsal sê caran cezayê îdamê li Rizgar Beygzade Babamîrî, sê caran li Elî Qasimî, du caran li Pêjman Sultanî, du caran li Kawe Salihî û carekê jî li Teyfûr Selîmî birîbû.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye