Karwanê ku ji 50 kamyonên alîkariyên mirovî pêk dihat, piştî 24 saetan ji derbasbûna karwana mirovî ya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor û Desteya Tibî ya Navneteweyî (IMC), hate şandin.
Alîkariyên hatine şandin wê radestî Nexweşxaneya Wetenî û Gerînendetiya Tenduristiyê ya Siweydayê hatin kirin.
Bernameya Xwarinê ya Cîhanê di meha borî de zêdetirî 300 ton ard û madeyên xwarinê derbasî Siweydayê kiribûn.
Hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ji Tîrmeha borî ve ambargo li ser Siweydayê ferz kiriye.