Bi diruşmeyên wekî ‘Qêrîna Rojînê wê bêdengiyê hişyar bike’, ‘Bêdengî hevkariya sûc e’ û ‘Kampus li vir e rektor li ku derê ye’, xwendekar ber bi fakulteya ku Rojîn Kabaîş lê dixwend ve meşiyan.
Rêvebera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Ebru Demîrtepe axivî û da zanîn ku ew pêvajoyê û çalakiya xwendekaran ji nêz ve dişopînin û destnîşan kir ku li pişt her mirinek biguman a jinekî tiştek heye.
Xewndekaran diyar kirin ku heta daxwazên wan neyên bi cih anîn, wê çalakiya xwe bidomînin.