Di cenazeyên Filîstîniyan de şopên îşkenceyê hatin dîtin

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, ragihand ku di çarçoveya peymana agirbestê de, cenazeyên 30 dîlên din ên Filistînî ji Îsraîlê hatine wergirtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Di daxuyaniya wezaretê de, hat diyarkirin ku bi navbeynkariya Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) ji Îsraîlê cenazeya 30 Filistîniyan hatin wergirtin û di cenazeyan de şopên îşkenceyê hatine dîtin.

Li gorî Wezaretê hejmara cenazeyên dîlgirtiyên Filistînî yên ji Îsraîlê hatine wergirtin, bû 195 û heta niha tenê 57 cenaze, ji aliyê xizmên wan ve hatine naskirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 54 cenazeyên ku nasnameya wan nehatine diyarkirin, li Xezeyê hatine veşartin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye