Têkiliyên Rûsya û Sûriyê ji nû ve tên avakirin

Ji ber ku berê têkiliya Rûsya bi Sûriyê re hebû, niha jî her du welat dixwazin têkiliyên xwe ji nû ve xurt bikin. Berî çend rojan jî, serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed el-Şaraa destnîşan kir ku di demên berê de, gelek têkiliyên Sûriyê bi Rûsyayê re hebûn û da xuyakirin ku divê dîsa ev têkilî werin nûkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di van demên dawiyê de, nezelalbûneke di têkiliyên navbera Rûsya û Sûriyê de tê xuyakirin.

Serdana Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Esad Şîbanî li Rûsyayê di 31ê tîrmeha îsal de, ji dema hilweşîna rejîma Beşar Esed ve di 8`ê Kanûna 2024an de, yekem serdana fermî ya asta bilind bû.

Di 9`ê îlonê de, Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê pêşwaziya şandeyeke Rûsî bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Alexander Novak kir, piştî hilweşîna rejîma BAAS`ê, ev serdana duyemîn a fermî ye, ev serdana Rûsya ji şamê re xwedî aliyên siyasî, aborî û ewlehiyê ye.

Niha jî, Rûsya dixwaze têkiliyên xwe ji nû ve bi Sûriyê re xurt bike, ev yek jî rê li ber lêpirsînan vedike.

 

Sûriye pêdiviyên wê yên aborî, ewlehî û leşkerî bi Rûsyayê heye

 

Sûriye di warên aborî, ewlehî û leşkerî de, pêdiviyên wê yên cur bi cur bi Rûsyayê re heye û hewcedariya wê bi piştgiriya Rûsyayê di gelek dosyayan de heye weke:         

 

1- Aborî: Sûriye bi taybet di warê petrol û gazê de, dixwaze têkiliyên xwe yên aborî bi Rûsyayê re xurt bike.

2- Hevkariya Leşkerî: Moskova dikare roleke sereke di perwerdekirin û çekkirina Sûriyê de bilîze.

3- Dosyaya Îsraîlê: Rûsya dikare aloziyên di navbera Sûriye û Îsraîlê de kêm bike û peymana agirbestê ya 1974an jî aktîv bike.

 

Rûsya dixwaze hebûna xwe ya leşkerî li sûriyê misoger bike

 

Ji aliyê xwe ve, Rûsya dixwaze hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê misoger bike, bi taybetî li her du baregehên leşkerî yên deryayî li Tartûsê û baregeha hewayî jî ya Himeymîmê li Laziqiyê ye, ku xalek stratejîk a Moskovayê li Rojhilata Navîn temsîl dike.

Moskova dixwaze têkiliyên xwe yên bi Şamê re ji nû ve binirxîne û hewl dide ku hevsengiya navbera piştgiriya leşkerî û veguherînên siyasî yên nû yên ku li Sûriyê diqewimin, biparêze.

Her wiha Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, Rûsyayê weke hevkarekî aborî di qonaxa bê de dibîne.

Lêkolînerekî siyasî ji televizyona ''El Cezîra'' re got ku pereyên nû yên Sûriyê wê li Rûsyayê werin çapkirin û wê Moskova genim ji Şamê re dabîn bike, ew jî ji bo ku hebûna xwe ya leşkerî li her du baregehan biparêze.

Vê dawiyê di 13 îlonê de, li ser televizyona "Syrian News", serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed el-Şaraa tekez kir ku di demên berê de, gelek têkiliyên Sûriyê bi Rûsyayê re hebûn û da xuyakirin ku divê dîsa ev têkilî werin nûkirin.

Rûsya ji destpêka ku têkiliyên xwe bi Sûriyê re daniye, ji dema Hafiz Esed ve û heta niha, armanceke wê ya sereke hebûye, ew jî tenê ji bo hebûn û berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn biparêze.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24