Li Dusseldorfê çalakiyek ji bo Jîna Emînî hat lidarxistin

Li Almanya bi pêşengiya YJK-E ya Dusseldorfê, di 3’yemîn salvegera şehîdbûna jina ciwan Jîna Emînî de, çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de, daxwaz hat kirin ku darvekirinên li Îranê werin rawestandin. Her wiha li Hambûrgê li ser banga Meclîsa Jinên Rojbîn ji bo bîranîna Jîna Emînî ya ku li Îranê hat qetilkirin û jinên bi tundiya dewletê ya mêran tên qetilkirin, li qada Rathausê çalakiyek hate lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li her deverên cîhanê bi boneya 3`yemîn salvegera Jin Jiyan Azadî çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Dusseldorfê ya Almanyayê, bi pêşengiya Yekitiya Jinên Kurd ên Almanyayê (YJK-E), li Schadowplatz a Dusseldorfê, ji bo bîranîna salvegera 3’yemîn a şehîdbûna Jîna Emînî ku bi bihaneya nepejirandina zagonan ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate qetilkirin, çalakiyek hat lidarxistin û bi hezaran belavok di nav gel de hatin belavkirin.

 

Li Hambûrgê çalakiyek ji bo şehîdbûna Jîna Emînî hate lidarxistin

 

Her wiha li Hambûrgê jî ji bo Jîna Emînî û li dijî qirkirina jinan çalakiyek hate lidarxistin.

Bi rêvebirina Meclîsa Jinên Kurd a Rojbîn, bi boneya 3’yemîn salvegera qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî û jinên bi tundiya dewlet-mêran hatine qetilkirin li Rathausê çalakiyek hate lidarxistin.

 

YJK-E bang li jinên cîhanê kir ku li dijî darvekirinên li Îranê derkevin

 

Tevgera Jinên Kurd bang li jinên cîhanê kir ku li dijî cezayên darvekirinê yên dewleta Îranê, tevlî çalakiyên kampanyaya “Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re” bibin, ku armanc dike cezayê darvekirinê bê rakirin.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24