Li Îranê teqîn çêbû 5 kes mirin

Li Îranê teqînek çêbû û di encamê de, 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberê Saziya Parastina Sivîlan a Ehwazê, Babek Rebîî ragihand ku li avahiyeke çar qatî ya li taxa Perdîsê ya bajarê Ehwazê teqînek çêbûye.

Babek Rebîî diyar kir ku di vê teqînê de, 5 kesan jiyana xwe ji dest da, 2 kesên din jî, birîndar bûn û dibe ku di bin kavilên avahiya hilweşiyayî de, kesek mabe.

Her wiha Rebîî eşkere kir ku tîmên lêgerîn û kontrolê, yekser berê xwe dan cihê bûyerê.

Hate xuyakirin ku sedema teqînê ji ber rijîna gazê bû û di encamê de avahî bi temamî wêran bûye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye