Berpirsekî leşkerî yê Sûriyê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Ajansa Nûçeyan a Fransî re destnîşan kir ku ji nêzî 2 mehan ve hêzên wan dest bi vekişandina çekan kirine.
Çavkaniyeke dîplomatîk jî ji AFPê re diyar kir ku çek nêzî 10 kîlometreyan ber bi başûrê Şamê ve hatin vekişandin û anî ziman ku dê di 19ˊê îlonê de li Bakuyê hevdîtin di navbera Sûriye û Îsraîlê de pêk bê.
El-Şaraa da zanîn ku armanc ji dan û standinên bi Îsraîlê re ew e ku rewşa li başûrê Sûriyê vegere beriya lihevkirina ewlehiyê ya 1974ˊan.