Gefên Trump ên li dijî Îranê û hewldanên têkbirina wê li Tengava Hurmizê berdewam dike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Fox Newsê re got:
"Eger Îran êrîşî keştiyên Amerîkayê yên li Tengava Hurmizê bike, em ê wê ji holê rakin."
Donald Trump bal kişand ser hêza Amerîkayê ya li cîhanê û ev gef li Îranê xwar:
"Em ji her demê bêtir xwedî çek û cebilxane ne.
Em xwedî baştirîn alav in. Li seranserê cîhanê alavên me hene.
Baregehên me yên leşkerî li seranserê cîhanê hene û ew hemû jî tijî çek in.
Em dikarin van çekan hemûyan bi kar bînin û heke pêwîst be, em ê bi kar bînin."
Artêşa Amerîkayê: Du keştiyên me yên şer ketin kendavê
Îran jî Amerîka derewand û diyar kir ku wan nehişt keştiyeke şer a Amerîkayê di kendavê re derbas bibe.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê diyar kir ku hêzên wê piştgiriyê didin "Projeya Azadiyê" ya ku ji hêla serok Donald Trump ve hatiye ragihandin.