Ev çend roje di raya giştrî re tê gotin ku di navbera Amerîka û Îranê de danûstandin heye.
Lê li gor daxuyaniyên derdikevin, Îran ji cidîyeta Amerîka di vê qonaxa nû de bi guman e.
Ew ditirse ku wekî herdu carên borî cara sêyan jî wê bixapîne.
Malper Axios ragihand ku rayedarên Îranê ji welatên navbeynkar xwest ku ew du caran ji Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ve hatine xapandin û naxwazin careke din werin xapandin.
Li gorî jêderê, rayedarên Îranê ji navbeynkaran re - Pakistan, Misir û Tirkiyê re got ku; tevgerên leşkerî yên Amerîka û şandina leşkeran ji bo herêmê ji bilî xapandinê ne tiştekî din e.
Karbidestên Amerîkî û Îsraîlî got ku Trump di heman demê de hewl dide ku vebijarkan ji bo dîplomasiyê û zêdebûna leşkerî pêş bixe, da ku ew bikaribe li gorî pêşveçûna bûyeran biryarek bide.
"Amerîka cidiyeta xwe ya danûstandinê bi nameyekî da xuyakirin"
Axios ragihand ku Koşka Spî peyam ji Îraniyan re şandiye û tê de ragihandiye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di danûstandinên bidawîbûna şer de cidî ye.
Malperê her wiha rave kir ku Washingtonê îhtîmala beşdarbûna Cîgirê Serok J.D. Vance di danûstandinên bi Îranê re wekî nîşandana vê cidîbûnê nîşan daye.
Malperê ji rayedarekî Koşka Spî îşaret kir ku Trump di derbarê van danûstandinan geşbîne û Îhtîmala rûniştinek li Pakistanê heye.
Planeke 15 xalan ya bidawîbûna şer
Li gorî kesekî ku bi hûrgiliyên planê dizane û bi Associated Press re axiviye, rêveberiya Trump planeke agirbestê ya 15 xalan pêşkêşî Îranê kiriye.
Plana agirbestê bi rêya navbeynkarên Pakistanî ji Îranê re hatiye şandin, ku pêşniyar kiribûn ku di navbera Washington û Tehranê de danûstandinên nû bikin.
Roja Sêşemê, Trump diyar kir ku welatê wî di hewildanên xwe yên ji bo danûstandina bidawîkirina şerê bi Îranê re de pêşketinê dike, di nav de bidestxistina tawîzek girîng ji Tehranê.
Trump li Qesra Spî bi rojnamevanan re axivî û destnîşan kir ku Amerîka bi "kesên rast" ên li Îranê re di nav hewldanekê de ne da ku bigihîjin rêkeftinekê ji bo bidawîkirina dijminatiyê û wiha got:
"Em nêzîkî çêkirina rêkeftinekê ne, û em li dû wê ne, dibe ku ez ji rêkeftinê razî nebim.
Lê Serokê Îranê sînyalên ku dikarin girîng û watedar bin dişîne."
Ji bo nîqaşa plana 15 xalan, agirbesta mehekê li holê ye
Kanala 12 a Îsraîlê, ragihand ku Amerîkayê ji bo hêsankirina nîqaşên li ser plana 15 xalan, li agirbestek mehekê digere.
Çapemeniya Îsraîlê ragihandin ku plan dê hilweşandina bernameya nukleerî ya Îranê, rawestandina piştgiriya komên hevalbend û ji nû ve vekirina Tengava Hurmuzê di nav xwe de digire.