David Lammy: Ez bi temsîlkirina Kurdan serbilind im

Alîkarê Serokwezîrê Îngilistanê û Wezîrê Edaletê yê Qraliyeta Yekgirtî David Lammy peyamek bi boneya Newrozê parve kir û diyar kir ku ew li Îngilistanê bi temsîlkirina Kurdan serbilind e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Wezîrê Edaletê yê Qraliyeta Yekgirtî David Lammy ji bo Newrozê peyamek şand ku pêşwazî ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurdî (Centre for Kurdish Affairs) ve hatî lidarxistin.

Her wiha David Lammy ji bo Newrozê got:

"Ez sala nû ya we hemûyan pîroz dikim."

Lammy anî ziman ku ew bi daxwaz, ked û afirêneriya şahiya Newrozê serbilind e û destnîşan kir ku Newroz sembola hêvî û hatina biharê ye.

Lammy diyar kir ku Newroz di heman demê de dewlemendiya pirçandiyê temsîl dike û pir girîng e ku em van kevneşopiyan biparêzin

 

David Lammy: Ez Newroza 2026’an a Kurdan pîroz dikim

 

David Lammy bi Kurdî got: "Newroz pîroz be" û ev tişt bilêv kir:

"Ez Newroza 2026’an a Kurdan pîroz dikim, di pêşwazîkirina sala nû de ez hêvî dikim ku em sala berê li paş bihêlin û li hêviya pêşerojeke geştir im"

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye