Heya niha nehatiye piştrastkirin ka qurbanî yan ziyana madî heye yan na.
Piraniya mûşekên Hûsiyan li ser bajarê Mexayê bûn.
Di hefteyên dawî de Hûsî bi giranî van bajaran armanc dike.
Hûsiyan bi droneke bombekirî rojhilatê navçeya Heys a li parêzgeha Hudeydayê hedef girt.
Êrîşên bi mûşekan di demekê de tên ku Hûsiyan li eniya Kedha û Barah a li parêzgeha Taizê êrîşeke bejahî pêk anî.
Lê belê, li gorî çavkaniyên Yemenî, hêzên hikûmetê karîn êrîşê paşve bixin û Hûsî neçar man paşve vekişin.