Banka Ewropî ya ji nû ve avakirin û Pêşketinê roja Pêncşemê di daxuyaniyekê de, got ku ew ê di sala 2026an de 5 mîlyar euro (5,9 mîlyar dolar) ji bo aboriyên ku ji ber pevçûnên li Rojhilata Navîn bandor bûne veqetîne.
Li gorî daxuyayniya Bankê, ev yek wê herî zêde, piştgiriyê bide aboriyên ku rasterast bandor bûne. Weke Îraq, Urdun, Libnan û Xezeyê, tevlî koma yekem a welatên cîran ên bandordar, di nav wan de Misir, Tirkiye, Ermenistan û Azerbaycanê hene.
Banka Ewropî ya ji nû ve avakirin û Pêşketinê da zanîn ku ev yek wê di destpêkê de bi piştgiriya çalakiyên aborî, bihêzkirina aramiya sektora darayî û misogerkirina domdariya karûbarên bingehîn ên ji bo piştgirîkirina mezinbûnê, alîkariya tavilê peyda bike.
Di daxuyaniyê de hate xuyakirin ku piştgirî dê armanc bike ku ewlehiya enerjiyê zêde bike.
Ev yek jî, wê bi peydakirina piştgirîya darayî ya armanckirî ji tesîsên enerjiyê re û bilezkirina derbasbûna ber bi pergalên enerjiyê yên ku cihêrengtir, bihêztir û li ser bingeha çavkaniyên herêmî ne, pêk were.
Her wiha banka ku naveda wê li Londonê ye da zanîn ku rêjeya bandoran dê bi wê ve girêdayî be ka rewş di hefte û mehên pêş de çawa pêş dikeve.
Ji destpêka operasyonên xwe yên li başûr û rojhilatê Deryaya Spî ve, di sala 2012an de, Bankê zêdetirî 26,5 milyar euro di 489 projeyan de li herêmê veberhênan kiriye.
Tenê li Tirkiyeyê ji sala 2009’an û vir ve bankê zêdetirî 23 milyar euro veqetandiye.