Putin: Donbas beramberî bidawîanîna şerê Ûkraynayê ye

Rojnameyeke Amerîkî naveroka civîna Moskovayê eşkere kir. Di civînê de, serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêşniyarek nû ji nûnerê serokê Amerîkayê Steve Witkoff re pêşkêş kiribû. Putin ji Witkoff û Trump re pêşinyar kir ku eger Ûkrayna qebûl bike hêzên xwe ji tevahiya herêma Donetskê vekişîne, ew ê agirbestê pêk bîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêyên Kiev û Moskovayê di Waşingtonê re derbas dibin, aştî li ser zimanê berpirsên Koşa Spî ye, lê li ser rûyê erdê agir dibare.

Di hevdîtina li Moskovayê ya di navbera nûnerê Amerîkî Steve Witkoff û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de, Putin pêşniyarek berfireh ji bo bidawîanîna şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de pêşkêş kiribû.

Li gorî Wall Street Journal, Rûsya ji daxwazên berê vegeryaye, berê daxwaz dikir hemû sînorên seranserî her du walatan kontrol bike. Lê niha bi Donetsk, Luhansk û Qirimê razî bûye.

Li gorî çavkaniyên agahdar, Putin ji Witkoff re got ku eger Ukrayna qebûl bike ku hêzên xwe ji tevahiya herêma rojhilatê Donetskê vekişîne, ew ê agirbestê pêk bîne.

 

Rûsya dixwaze Donetsk, Luhansk, Û Qirimê bixe bin serweriya xwe

 

Wê demê Rûsya dê herêmên Donetsk, Luhansk û Qirimê kontrol bike, ku di sala 2014an de desteser kiribû û dixwest wekî axa serwer a Rûsyayê nas bike.

Her çiqas hêzên Rûsyayê niha piraniya Donetsk û Luhanskê kontrol kirine jî, hêzên Ûkraynayê hîn jî deverên mezin kontrol dikin.

Du roj berê, Trump destnîşan kir ku peymanek potansyal di navbera Kîev û Moskovayê de, dê hin guhertinên erdê ku ji bo her du aliyan sûdmend be, di nav xwe de bigire.

Di heman demê de, Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê JD Vance roja şemiyê li Brîtanyayê bi rayedarên Ûkraynayî û Ewropayî re civiya da ku hewlên aştiyê yên Trump nîqaş bikin.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24