Di mehekê de li Başûrê Kurdistanê Artêşa Tirk 18 caran êrîş kiriye

Li gorî CPT`ê ragihand di mehekê de Artêşa Dewleta Tirk herî kêm 18 êrîş li ser xaka başûrê Kurdistanê pêk aniye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

CPT diyar kir ku Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê herî kêm18 caran êrîş kiriye. Tevî PKK'ê çekên xwe şewitandin lê hîn jî Tirkiye êrîşên xwe berdewam dikin.

Daxuyaniya CPT eşkere kir ku, Artêşa Tirk 29'ê tîrmehê operasyoneke nû ya bejahî da destpêkirin û karên xwe yên leşkerî dewam kir, tevgera sivîlan asteng dike û zirarê dide zeviyên çandiniyê jî.

Di daxuyaniyê de, 17 ji êrîşan li bejahiya Amêdiyê ya li parêzgeha Dihokê bûne, êrîşeke jî bi dronê li bajarê Silêmaniyê hate kirin.

Li gorî CPT, Artêşa Tirk ji destpêka sala 2025'an û vir ve hezar û 696 caran êrîşên leşkerî li Herêma Başûrê Kurdistanê pêk aniye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24