Devlet Bahçelî di vê hevdîtinê de bal kişand ser girîngiya pêvajoya ku di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de tê meşandin û got: "Piştgiriya partiyên siyasî hemûyan a ji bo komîsyona li meclîsê girîng e."
'Şewitandina çekan watedar e'
Serokê MHP'ê diyar kir ku banga Abdullah Ocalan a ji bo fesihkirina PKKê rê li ber pêşketinên erênî vekiriye û got: "Şewitandina çekan li şûna veşartina wan rêbazek watedartir e.Dema ku çek tê veşartin, ew dikare were derxistin û dîsa were bikar anîn, lê dema ku ew tê şewitandin, ew peyama ku 'dîsa dest nedin çekan' dişîne."