Wezareta Rewşên Awarte û Karesatan a Sûriyê li ser metirsiya zêdebûa asta ava çemê Firatê hişyarî da.
Îro jî, dîmenên gihaştina masiyan ber bi zeviyên çandiniyê hat belavkirin.
Wezareta Rewşên Awarte bang li niştecihên li kêleka qeraxên çem wekî niştecihên Heleb, Reqa û Dêra Zorê kir ku tedbîrên pêşîlêgirtinê yên lezgîn bigirin.
Her wiha Wezareta Enerjiyê ji bo dûrketina ji xetereyên gengaz tedbîrên berbiçav girt.
Karmendên teknîkî yên li "Saziya Giştî ya Bendava Firatê" dest bi vekirina sê deriyên rijandina avê di bendavê de kirin.
Ev yekî jî ji ber zêdebûna herikîna avê ji Tirkiyê ye.
Piştî 30 salan ev cara yekem e ku asta avê li Tirkiyê ewqasî bilind dibe.
Berpiserkî payebilind ê Saziya Giştî ya Bendava Firatê diyar kir ku bilindbûna asta ava çem ji ber berdana mîqdarên mezin yên avê ji Tirkiyê ye.
Her wiha destnîşan kir ku Dezgehên Peywendîdar dest bi hevrêziyê kirine da ku ji her zirar an xetereyan dûr bikevin.
Her wiha Gerînendeyê Saziya Giştî ya Bendava Firatê Heysem Bekûr ragihand ku li kêleka zêdebûna mezin a herikîna avê ji Tirkiyê, îsal baraneke zêde barî û asta avê ya golan gihîştiye asta xwe ya herî zêde."
Heysem Bekûr jî hişyarî da û wiha got:
Asta avê ya bilind dikare gefê li ser rêça Çemê Firatê çêbike.
Ji ber zêdebûna nêzîkî 1,500 metrekup di kêliyê de, lez û bilindahiya avê zêdetir bûye.