Dewleta Îranê sê xwepêşander bi darve kirin

Medyaya Dewleta Îranê darvekirina sê kesên ku li Meşheda Xorasana Rezewî beşdarî xwepêşandanên Çileya 2026'an bûbûn, ragihand. Mihdî Resûlî, Mihemed Riza Mîrî û Îbrahîm Dewlet Abadî bi tawanên hevkariya bi Mossadê re û organîzekirina serhildanan hatibûn girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa nûçeyan a Tesnîmê, ku nêzîkî Supaya Pasdarên Îranê ye, nivîsand ku Mihdî Resûlî, Mihemed Riza Mîrî û Îbrahîm Dewlet Abadî, ku her sê jî di xwepêşandanên Çileya 2026'an de hatibûn girtin, hatine darvekirin.

Li gorî raporên medyaya Îranê, her sê kesên ku di xwepêşandanên Çileyê de li Meşhedê hatibûn girtin, ji ber tawanên ku dewleta Îranê wekî "sîxurên Mossadê û rêberên serhildanan" bi nav dike, hatine darvekirin.

Her çend ku nûçeya fermî ya darvekirina her sê kesan nû tê weşandin jî, lê dema rastîn a darvekirina wan bi fermî nehatiye diyarkirin.

Tesnîmê Mihdî Resûlî û Mihemed Riza Mîrî wekî sûcdarên rasterast ên kuştina efserê dadwerî û ewlehiyê Hemîd Riza Yûsifî Nejad, dest nîşan kiriye.

Her wiha Îbrahîm Dewlet Abadî jî wekî yek ji rêberên serhildanên li herêma Tebrisiyê ya li Meşhedê, dest nîşan kiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye