Bi berdewamiya êrîşên çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li ser herêmê, îro Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Sûriyê Tom Barrack daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê X`ê weşand.
Barrack got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi hemû aliyên li Sûriyê re, bi şev û roj di peywendiyan de ne, da ku rewşê aram bikin û pêşî li aloziyan bigirin.
Tom Barrack destnîşan kir ku rêveberiya Amerîkayê ji bo ji nû ve destpêkirina dan û standinan di navbera QSD`ê û Hikûmeta Veguhêz de dixebite.
Her wiha Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed jî gotibû, Hikûmeta Veguhêz rastiyan berevajî dike û li pêşiya pêkanîna Peymana 10’ê Adarê astengiyan derdixîne.