Hinardekirina petrola Îraqê bo Sûriyê dest pê kir

Hikûmeta Îraqê dest bi veguhastina petrolê bo Sûriyê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ragihandina fermî ya Hikûmeta Sûriyê diyar kir ku petrola Îraqê bo parzûnxaneya Banyasê tê veguhastin û dê ji wir were hinardekirin.

Pevçûnên li Rojhilata Navîn û sînordarkirina veguhastina deryayî ya Îranê li Tengava Hurmizê, hikûmeta Îraqê neçarî vê gavê kir.

Cîgirê rêveberê kampanyaya Sûrî ya petrolê Ahmed Qebeçî di civîneke çapemeniyê de eşkere kir ku petrola Îraqî dê ji Banyasê ber bi bendergehan ve were veguhastin û ji wir dê were hinardekirin.

Li gorî peymana bi Bexdayê re, hikûmeta Sûriyê dê pêwîstiya xwe bo stasyonên elektrîkê ji petrola Îraqê werbigire û ya mayî jî hinarde bike.

Dahatên Îraqê 90% ji petrolê ne û beriya şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê, Îraqê rojane 3.5 milyon bermîl di bendergehên Besrayê re derdixist.

Meha borî hinardekirina petrolê di rêya Başûrê Kurdistanê re dîsa dest pê kiribû, ku rojane 250 hezar bermîl di vê xetê re digihîştin bendergeha Cîhan a Tirkiyê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye