Di hevdîtineke rojnamevaniyê de, Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth got ku ger Îran bi rêkeftineke aştiyê razî nebe, Hêzên Dewetên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo berdewamiya şer amade ne û wiha got:
"Lê eger Îran hilbijartina şaş bike, ew ê bi dorpêçkirin û bombebarankirina binesaziya xwe yên enerjiyê re rû bi rû bimîne."
Hegseth: Dorpêça me li ser benderên Îranê serkeftî û berdewam e
Di hemna demê de, Wezîrê Şer ê Amerêkayê da zanîn ku dorpêça Amerîkayê li ser benderên Îranê, serkeftî ye û wê berdewam bike.
Her wiha karbidestên Amerîkî ji ABC Newsê re gotin ku danûstandinên rasterast û nerasterast di navbera Washington û Tehranê de ji dawiya gera yekem a danûstandinan û vir ve, bi awayekî domdar berdewam dike.
Li gorî heman çavkaniyê, karbidestên Amerîkî dan zanîn ku îhtîmale hevdîtinek rû bi rû berî bidawîbûna agirbesta hefteya bê pêk were.
Tesnîm: Îranê hîn jî daxwaza Amerîkayê ji bo dirêjkirina agirbestê qebûl nekiriye
Ajansa Nûçeyan a Îranê Tasnim ragihand ku tevî daxwaza Amerîkayê ya dirêjkirina agirbestê bo du hefteyên din jî, Îranê hîn jî ev daxwaz qebûl nekiriye.
Beriya neha jî, berdevaka koşka Spî eşkere kiribû ku ew li ser gera duyemîn a danûstandinan bi Îranê re nîqaş dike û destnîşan kir ku Washington li ser şansê gihîştina rêkeftinekê hêvî dike.