Berdevka DEM Partiyê: Civak li benda derxistina qanûnan e

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di daxuyaniyeke çapemeniyê de got ku ji bo pêvajoya li Bakurê Kurdistanê, divê pêşniyarên rapora Komîsyona Meclisê bibin qanûn. Ayşegul Dogan tekez kir ku divê bi derengî gav neyên avêtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan der barê geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.

Ayşegul Dogan pêşî bal kişand ser êrîşên li dijî dibistanan û anî ziman ku li Tirkiyê jiyana tu kesî ne di ewlehiyê de ye.

Berdevka DEM Partiyê di daxuyaniyê de wiha got:

DEM Partî ji bo amadekirina raporê û parvekirina êşa welatiyên me, şandeyek şand Meraş û Rihayê.

Ayşegul Doganê destnîşan kir ku divê kuştina bi guman a Gulistan Dokû, Rojîn Kabaîş, Narîn Guran û hemû jinan bên ronîkirin û kesên sûcdar divê bên cezakirin.

Ayşegul Dogan: Divê xebatên çêkirina qanûnan demildest bên kirin

Ayşegul Doganê bi lêv kir ku tevî di ser rapora hevpar a Komîsyona Meclisê de 2 meh derbas bûne jî, lê ji bo çêkirina qanûnan tu xebat nayê kirin û wiha lêzêd kir:

"Divê xebatên çêkirina qanûnan demildest bên kirin.

Civak li benda derxistina qanûnan e."

Di dawiya daxuyaniya çapemeniyê de, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ji bo 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê, bang li gel kir ku li qadan daxwazên xwe bilind bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye