Serokê Encumena Xwecihî ya ENKS'ê ya Efrînê Ehmed Hesen, di derbarê bûyera ku di roja Newrozê de li Efrînê çêbûbû ji Rûdawê re axivî.
Li gorî axaftinê, Ehmed Hesen bûyera ku di roja Newrozê de qewimî bû lêkolîn kir.
Ehmed Hesen got ku sedema bûyerê ew e, ku ciwanekî Kurd li Kobanê ala Sûriyê aniye xwarê û bûyera Efrînê jî wekî bertekekê bûye li hemberî kiryara wî ciwanê ji Kobanê.
Serokê ENKS'ê yê Efrînê wiha got:
"Heta niha ti kes nehatiye desteserkirin
Me duh daxwaz kir ku em ê li ser vê pirsê serdana rêveberiya Efrînê bikin, lê heta niha bersiv nedane me.
Em daxwaz dikin ku ew kesên bûne sedema vê bûyerê werin cezakirin."
Li gorî gotina Ehmed Hesen, heta niha li ser wê bûyerê û binpêkariyan, ti kes nehatiye desteserkirin.
Ehmed Hesen wiha lê zêde kir:
"Di demekê de ku ew êşandina Kurdan û heqaretkirina li Ala Kurdistanê bû, ti kes nehatiye girtin.
Êrîş li ser ciwanên Kurd hatine kirin.
Pirsgirêk tenê di roja Newrozê de hebûn û niha rewş aram e."
Ehmed Hesen destnîşan kir ku binpêkarî li hemberî nêzîkî 30 kesî hatine kirin.
Serokê Encumena Xwecihî ya ENKS'ê ya Efrînê Ehmed Hesen da zanîn ku ew kesên ku binpêkariyan dikin, berê di nava komên çekdar ên li ser sînorê parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê de bûn.