Avakerê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: 15’ê tebaxê

Gelê Kurd 15 Tebaxê weke roja vejînê pîroz dike. Di 15’ê Tebaxa sala 1984’an de, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li navçeya Dihê ya bajarê Sêrtê ya quntarên çiyayên Gabarê bi fermandariya Mahsum Korkmaz (Egîd) şerê çekdarî li hemberî dewleta tirk dest pê kir. Bi vê fîşeka yekemîn re îro li çar beşên Kurdistanê hêzên parastinê derketine holê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çalakiya 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd bû destpêka jiyaneke bi rûmet û îspatkirina hebûn û nasnameya xwe.

Ji bo vê jî gelê Kurd vê rojê weke Roja Vejînê pênase dike.

 

Rewşa gelê Kurd kete qonaxeke nû

 

Ji wê rojê ve bi hezaran şervanên Kurdan li çiyayên Kurdistanê ji bo maf û nasnameya xwe şer kirin.

Lê piştî banga Reberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, êdî rewşa gelê Kurd kete qonaxeke nû, çekên xwe şewitandin û hewl dan bi rêya diyalogê çareseriya pirsgirêka Kurd bi pêş bixin. 

Reberê gelê Kurd di manîfestoya xwe de diyar dike ku êdî dema çekan qediyaye, gelê Kurd hebûna xwe bi PKK’ê re îspat kiriye û divê ji bo mafên xwe mayînde bike, bi rêya diyalogên siyasî têkoşîna xwe bidomîne.

Di 11’ê Tîrmeha 2025’an de, PKK li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çekên xwe şewitandin.   

 

Di van 200 salên dawî de kurdan 28 caran serî hildan

 

Kurdan heya niha li hember êrîşên tunekirinê gelek caran serî hildane û dest avêtin çeka xwe.

Li gor daneyên fermî di van 200 salên dawî de, Kurdan 28 caran serî hildan û ev serhildan bi aweyekî tund hatine perçiqandin.

Şert û mercên ku rê li ber derketina PKK’ê vekir jî şertên wisa bûn ku hebûna Kurdan di bin pençê qirkirinê de bû.

PKK’ê li hember van êrîşan biryar da ku ev pirsgirêk ancax bi rêya çekdarî dikare were çareserkirin.

 

Bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê re PKK’ê dest bi şerê çekdarî kir

Li ser vê bingehê PKK’ê beriya 41 salî, di 15’ê Tebaxa 1984an de bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê re dest bi şerê çekdarî kir.

Li hember pêşketina PKK’ê dewleta Tirkiyê xwest bi darbeya 12’ê Îlonê re pêşî bigre. Lê li hember êrîşên 12’ê Îlonê PKK jî wek tevgerên dîrokî yê Kurdan berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

 

Mahsum Korkmaz “Hêzên Rizgariya Kurdistanê” ava kir

 

Di bin fermandariya Mahsum Korkmaz (Egîd) de artêşek gerîla ku heya roja me ya îro berxwe dide, ava kir.

Bi avakirina Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) re dest bi arteşbûyînê kir û îro bi gelek navên cuda li her parçeyê Kurdistanê ji gelê Kurd re bû hêza parastinê.

Îro jî encama nirxên çalakiya 15’ê Tebaxê li çar aliyên Kurdistanê ji bo azadî û jiyaneke bi rûmet, derdikeve. 

Her wiha çalakiyê hişt ku Kurd li Rojhilata Navîn bibe hêviyên hemû gelan.

 

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li ser şopa 15’ê Tebaxê pêk hat

 

Gelê Rojavayê Kurdistanê li ser şopa 15’ê Tebaxê şoreşa xwe pêk anî û li hember hovîtiya DAÎŞ’ê ber xwe da.

Li ser hîmê vê berxwedanê fikr û pratîka neteweya demokratîk pêş xist û ji bo cîhanê bû nimûne.

 

PKK’ê li ser banga Rêberê Gelê Kurd xwe fesih kir

 

Îro jî PKK’ê li ser banga Rêberê Gelê Kurd, xwe fesih kir û bi merasîmekê çêkên xwe şewitand.

Tevgera Azadiyê di peyamên xwe de eşkere dike ku hebûna Kurdan misoger bûye, êdî bi rêya siyasî û hiqûqî dixwaze çareseriyê mayînde bike.

Lewre jî Rêberê gelê Kurd di manîfestoya xwe ya dawî de, bang li hemû dewletên herêmê dike ku li ser bingeha demokratîkbûyînê dikarin bi wan re jiyaneke hevpar ava bikin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24