Peymana 10`ê Adarê

Tevî ku tenê çend roj ji bo qedandina peymana 10`ê adarê mane, lê heta niha tu gav ji her du aliyan nehatiye avêtin. Şandeyek payebilind a Tirkî serdana Şamê kir û bi rayedarên hikumeta veguhêza Sûriyê re civiyan. Di civînan de, têkiliyên dinavbera her du welatan, pêkanîna peymana 10`ê adarê û tevgera Îsraîlê li başûrê Sûriyê nîqaş kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji qedaniya Peymana 10 adarê tenê çend roj mane.

Heta niha ji bo pêkanîna peyman tu gav ji her du aliyan ve nehatiye avêtin.

Mezlûm Ebdî: Dawiya salê em ê mizginiyekê bidin gelê xwe

Beriya niha Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî ragihand ku ew ê dawiya salê mizginiyekê bidin gelê xwe.

Li gel van daxuyaniyan gefên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in.

Wezîrê karê derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan gef ji QSD`ê xwar ku eger peymana 10`ê adarê pêk enyê, li şûna aştiyê wê şer bikeve meryetê.

Şandeyek payebilind a Tirkiyê li Şamê ye

Hemwextî vê, îro şandeyek payebilind a Tirkiyê serdana Şamê kir.

Şandeya Tirkî ji Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin pêk tê.

Şandeya Tirkî bi serokê hikumeta veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera re civiya.

Mijarên sereke yên rojevê, pêvajoya pêkanîna "Peymana 10ê Adarê" a dinavbera hikumeta veguhêz û QSD`ê de bû.

Her wiha rîskên ewlehiyê yên ku ji ber operasyonên Îsraîlê li başûrê Sûriyê derketine holê jî bû mijara nîqaşê.

Piştî civîn wezîrên karên derve yên her du welatan daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Wezîrê karê derver yê Hikumeta Veguhêz a Sûriyê Sesed Şeybanî me pêşinyarek ji bo pêkanîna peymana 10`ê adarê pêşkêşî QSD`ê kir, QSD`ê berisv da û niha em wê pêşinyarê nîqaş dikin.

Esed Şeybanî got ku derengxistina entegrasyona QSD`ê bandorek neyînî li wê herêmê dike û rê li ber xebatên jinûveavabûnê asteng dike.

Wezîrê karê derver yê Tirkiyê Hakan Fîdan got ku pêwîste peymana 10`ê adarê pêk bê û tevlîbûna QSD`ê di hikumeta veguhêz de ji berjewendiyê her kesî ye.

Tê çaverêkirin ku Balyozê nû yê Tirkiyê yê Şamê Nuh Yilmaz îro li Şamê bi awayekî fermî dest bi erkê xwe bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye