Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Divê Îran taktîkî nêzî agirbestê nebe

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin her gavekê ku rê li pêşiya rijandina xwînê digire û parastina jiyana walatiyên sivîl dike. Her wiha Hevpeymaniyê got ku divê agirbest, ji bo dewleta Îranê nebe derfeteke taktîkî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê têkildarî rewşa niha ya Îranê û agirbestê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Hevpeymaniyê diyar kir ku Rojhilata Navîn bi qasî 39 rojan di nava agir û şerekî giran de bû û wiha got:

"Dewleta Îranê di bin êrîşên tund û rasterast ên Amerîka û Îsraîlê de bû.

Di encamê de, di 7'ê nîsana 2026'an de piştî hişyariya Serokê Amerîkayê ya ku dibêje 'Eger Kendava Hurmizê neyê vekirin ew ê vegerin serdema kevirîn' û piştre dewleta Îranê teslîm bû û neçar ma ku agirbestê qebûl bike."

Hevpeymaniya Rojhilat nêzîkatiya xwe ya ji bo rewşê niha wiha nîşan da:

"Berfirehbûna şer û têkçûna asayîşa herêmê, encama rasterast ya siyaseta têkçûyî ya Komara Îslamî ye.

Ev rejîm bi rêya hewldana hilgirtina çekên navokî û destdirêjî karê welatan bike.

Siyaseta şoreşa îslamî bişopîne.

Piştgiriyê bide terorîzmê û girîngîdayîna pêşxistina bernameya mûşek û dronan.

Cîhan ber bi ne aramiyê ve birine.

Ev şer bûye sedema ziyangihandina gelek welat û koçberiya bi hezaran malbatan."

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê wiha domand:

"Em pêşwaziyê li her pêngaveke ku bibe sedema rawestandina xwînrijandin û parastina giyana welatiyên sivîl dikin.

Lê belê, hişyarî tê kirin ku divê agirbest wekî derfeteke taktîkî ji bo rejîmê neyê bikaranîn da ku xwe ji nû ve rêxistin bike û nêzîkî çekên nukleerî bibe."

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ya Îranê di dawiyê de tekez kir ku her lihevkirineke ku îradeya gelê Îranê paşguh bike, wê tenê aştiyek demkî û xeternak be.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye