Rêber Apo: Prensîba hêviyê gaveke ku divê dewlet bavêje

Buroya Hiqûqê ya Asrınê derbarê serdana xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din de daxuyaniyek nivîskî weşand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di hevdîtinê de, rewşa qanûnî ya Rêberê Gelê Kurd yek ji mijarên sereke û girîng ên nîqaşê bûye û di çarçoveya biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser mafê hêviyê bûye.

Abdullah Ocalan di hevdîtinê de li ser "Mafê Hêviyê" nirxandinan kiriye û gotiye: "prensîba hêviyê gaveke pewîste dewlet bavêje ye. Divê vî barî ji holê rake. Ev mijareke ku bandorê bi hezaran kesan dike."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kiriye ku heta niha, mafên Kurdan hatine paşguhkirin û ji qanûnê hatine derxistin, lê îro divê qanûneke entegrasyona demokratîk were damezrandin.

Di dawiyê de Abdullah Ocalan diyar kiriye ku çareseriya newekheviyê bi riya ramana sosyalîst û pratîkek jiyanê ya ku azadiya jinan pêş dixe mimkun e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye