Dema binçavkirina rojnamevan Nedîm Orûç hate dirêjkirin

Dema binçavkirina nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Orûç ji bo rojekê hate dirêjkirin ku duh li Şirnexê di dema şopandina nûçeyan de ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hate binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç, dema duh li Taxa Nûrê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê nûçe dişopand, ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hate binçavkirin. Oruç, niha li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê tê ragirtin. Dema binçavmayînê ya Oruç ji bo rojekê hate dirêjkirin. Hat zanîn ku di dosyaya Oruç de biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 24 saetan û biryara nepeniyê hatiye dayin. Parêzeran, li dijî biryara astengkirina hevdîtina bi parêzeran re îtîraz kir. 

DÎSK Basin-Îşê jî li ser hesabê xwe yê X’ê bertek nîşanî binçavkirina Oruç da û got: "Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç duh bi şev dema nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hate binçavkirin. Nedîm Oruç, çend rojan beriya niha jî dema nûçe dişopand hatibû derbkirin û şopandina wî ya nûçeyan hatibû astengkirin. Em binçavkirina bi lêdanê ya kedkarên çapemeniyê şermezar dikin û diyar dikin ku ev rewş mudaxileyeke li mafê xwe gihandina nûçeyan a civakê ye. Binçavkirina rojnamegeran û astengkirina mafê xwegihandina nûçeyan a civakê nayê qebûlkirin. Divê rojnameger Nedîm Oruç demildest bê berdan!”    

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye