Îraq û taybet Başûrê Kurdistanê di bin êrîşên dijwar de ne.
Ji destpêka Şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de, Herêma Kurdistanê bi sedan mûşekan hatiye êrîşkirin.
ji bilî êrîşan, nakokiyên siyasî û aloziyên aborî di navbera Hewlêr û Bexdayê didomin.
Heta niha herdu hikûmet negihaştine rêkeftinekê ji bo avakirina hikûmeta nû.
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî, peyamek belav kir û bal kişand ser rewşa herêmê, şer û aloziyan.
Barzanî, destnîşan kir ku Îraq di bin gefa krîzên cuda de ye û nakokiyên siyasî yên di navbera aliyan de zêde bûne.
Her wiha di peyama xwe de bang li her du hikûmetan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêk û astengiyan bigihên rêkeftinê.
Peyama Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî wiha ye:
“Di vê demê de ku li herêma me şer û aloziyeke zêde heye, Îraq di bin gefa krîzên cûrbecûr de ye û nakokiyên siyasî yên di navbera aliyan de jî zêde bûne.
Ez daxwazê ji hikûmeta Îraqê ya federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku ji bo çareserkirina pirsgirêk û astengiyan bi hev re bicivin û bigihêjin rêkeftinê.
Her wiha divê rê li ber wan kesên keysperest were girtin ku dixwazin krîz û pirsgirêkan kûrtir bikin.”