Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve tê birêvebirin de, 22 kesên ku di 11'ê Adarê de hatibûn binçavkirin, piştî lêpirsîna wan ên li qereqola polîsan, sewqî Edliyeya Mêrsînê hatin kirin.
Kesên ku li dozgeriyê îfadeyên wan hatine girtin, bi daxwaza girtinê bi tohmetên "derbaskirina pereyên reş" û "di belgeyên fermî de sextekarî" sewqî dadgeha nobedar hatin kirin.
Dadgeha nobedar ji bo heft kesan, ku Serokê Karmendên Şaredariya Bajarê Mezin Doğukan Uyan jî di nav de bû, biryara girtinê da. 15 kes bi çavdêriya edlî hatin berdan.
Di çarçoveya lêpirsînan de, di operasyona hatî lidarxistin de hin amûr û wesayît jî hatine desteserkirin.